Tebax 13, 2021 09:32 Asia/Tehran
  • Pêşbirkên lîgên ewropayê vê hefteyê dê dest pê bikin

Pêşbirkên lîgên ewropayê vê hefteyê dê dest pê bikin.

Li gorî nûçeya malpera Diyarname'yê, Vê hefteyê hefteya destpêkirina pêşbirkên fûtbolê ye. Va ye ji çend lîgan pêşbirkên pêşî:

LA LÎGA

Di La Lîga ya Spanyayê de 20 tîm hene. Li La Lîgayê serdem 13'ê mehê saet 22'yan de bi pêşbirka Valencia û Getafe dest pê dike. Par tîma Altetico Madrid bûbû şampiyon. Atletico Madrid 15'ê mehê dê bibe mêvanê Celta.

PREMIER LÎG

Premier Lig a Îngilistanê di nava xwe de 20 tîman dihebîne. Pêşbirkên îsal 13'ê mehê bi pêşbirka Brentford û Arsenalê dest pê dikin. Brentford nû derket Premier Ligê û yekem pêşbirka xwe dê bilîze. Şampiyonê par Manchester City ligel yek ji tîmên mezin Tottenhamê dê 15'ê mehê saet 18.30 de bilîze.

BUNDESLIGA

Bundeslîgaya Almanyayê bi pêşbirka şampiyonê par dest pê dike. Şampiyon Bayer Munih 13'ê mehê saet 21.30 de li Monchengladbacahê dibe mêvan. Di Bundesligayê de 18 tîm hene.

LÎGUE 1

Ji nav lîgên Ewropayê Ligue 1 ya Fransayê gavek zûtir dest pê kir. Ligue 1 6'ê mehê start da. Şampiyonê par Lille li Metzê lîst û pêşbirk bi 3-3'yan bi dawî bû.

SERIE A

Lîga Îtalyayê Serie A îsal 21'ê mehê dest pê dike. Pêşbirka yekem şampiyonê par Inter dilîze. Inter saet 19.30'î de dê Genoayê bike mêvan. Di Serie A'yê de 20 tîm dê bi hev re bilîzin.

 

 

 

Serepeyv