Tebax 08, 2021 20:34 Asia/Tehran
  • Jinên Amerîkayê madala zêr a voleybola Olîmpîkê 
bi dest xistin

Amerîkayê di Olîmpîka Tokyoyê de madala zêr a voleybolê ya jinan bi dest xist.

Li gorî rapora IRNA`yê, fînal û rêzkirina voleybola jinan a Olimpiyata Tokyoyê vê sibê hat lidarxistin. Di maça fînalê de, tîma Amerîkî tîma Brezîlya 3-0 têk bir. Sê setên vê pêşbirkê ji hêla Amerîkayê ve bi xalên 25 li 21, 25 li 20 û 25 li 14 bi ser ketin.

Brezîlyayê îro di rewşekê de madala zêr winda kir ku di pêşbirkê de her heft maçên xwe bi dest xist.

Beriya vê maçê, Sirbistanê bi heman encamê benda Koreya Başûr derbas kir û madala tûnc bi dest xist.

Duh di beşa mêran de, Fransa, Komîteya Olîmpiyatê ya Rûsya û Arjantînê madalên zêr, zîv û tûnc bi dest xistin. Di voleybola peravê ya mêran a Norwêcî de, Komîteyên Olîmpiyadê yên Rusya û Qatarê, û di voleybolê ya jinan a Amerîkî de, Dewletên Yekbûyî, Avusturalya û Swîsre yekem -sêyemîn cîh girtin.