Tîma neteweyî ya hentbola jinan a Fransayê di Olîmpîkê de madala zêr bi dest xist
Tebax 08, 2021 19:48 Asia/Tehran
Tîma neteweyî ya hentbolê ya jinên Fransayê tîma Komîteya Olîmpiyadê ya Rûsyayê têk bir û di Olîmpîkê Tokyoyê de madala zêr qezenc kir.
Li gorî rapora IRNA`yê, îro (Yekşem) pêşbirka dawîn a hendbola jinan a Olimpîka Tokyoyê hat lidarxistin û di dawiyê de, tîma Fransayê karî bi encama 30 li hemberî 25 tîma Rûsiyê têk bibe û medala zêr a Olîmpîkê bi dest bixe.
Di maça hilbijartinê de, tîma Norweçê, tîma Swêd 36-19 têk bir û bû pileya sêyemîn.
Ev bû sêyemîn madala zêrîn a Fransayê di werzîşên tîmî yên Olîmpîkê de. Berî niha tîmên hentbol û voleybolê yên mêran ên Fransî di Olîmpiîka Tokyo de madalên zêr bi dest xistibûn. Tîma basketbolê ya mêran jî madala zîv bi dest xist.