Duyemîn zêrê karwanê Îranî pêşkêşî Gerayî bû
Tebax 04, 2021 19:57 Asia/Tehran
"Mihemed Riza Gerayî" guleştgirê ferengî yê jêhatê yê Îranê duyem medala zêr a karwana vî welatî li Olîmpîka Tokyoyê wergirt.
Li gorî rapora IRNA`yê, Mihemed Riza Gerayî guleştgirê îranî li kêşa bin 67 Kg-î li beşa mêran, bi serketina li hemberî hevrikê xwe yê ûkaryînî Pervîz Nesîbov 9-1 karî medala zêr bi dest xîne.
Di vê giraniyê de, Pervîiz Nesîbov ji Ukraînayê madalya zîv û Frank Stabler ji Almanyayê, li gel Mihemed Îbrahîm El-Siyd ji Misrê jî madalên tûnc bi dest xistin.
Bi vê medala zêr heya vê demê guleşta Îranê di dîroka werzîşa vî welatî de 11 medalên zêr di Olîmpîkê de bi dest xistine.