Tebax 04, 2021 18:45 Asia/Tehran
  • Vegerandina heyecanê bo rakirina giraniyê ya Îranê; Dawûdî medala zîv stand

Yekemîn weznerakirê ciwan ê Îranê pişt dehsaliya têkçûna Îranê di beşa rakirina giraniyê de bi tomara rekorda rakirina li ser hev 441 kg wezneyan û standina madala zîvê li Olîmpîka Tokyo, ev têkçûna anî dawiyê.

Li gorî rapora IRNA`yê, pêşbirkên kategoriyê zêde ji 109 Kg giraniyê li Olimpîka Tokyoyê vê berêvarê (çarşem) hatin lidarxistin. Di vê deştê de heft weznerakir hebûn ku Elî Dawûdî ciwanê weznerakirê îranî yek ji wan e û eva azmûna wî ya yekem di Olîmpîkê de ye ku li vê pêşbaziyê de medala zîvê distîne. Di dîroka weznerakirina Îranê Dawûdî bi temenê 22 salî ji weznerakirên berî xwe yên îranî ciwantir e.

Di van pêşbirkan de, Dawûdî serê ewil giraniya 191 kg kontrol kir û ji bo têkoşana xwe ya duyemîn, wî bêyî ti pirsgirkekê giraniya 196 kg rakir. Kadroya teknîkî ji bo tevgera sêyemîn ya Dawûdî giraniya 200 kg berçav girt ku wî bi kontrolkirina wê li cihgeha duyemîn sekinî. 

Di pêşbirka tekderbe de, Laşa Talaxadze ji Gurcistanê bi 223 kg bû yekemîn û Min Esad jî bi rakirina wezneya 190 Kg di cihgeha sêyemîn rawesta.