Dilovanî; Taybetmendiya ku aramî û tebatê diafirîne
Qenciya bêdawî di sirûşta hemî mirovan da heye. Ji ber vê yekê ku mezinan gotiye; têkevin nav kewşena dilê xwe û xwe ji çavkaniya qencî û dilovaniyê ya dilê xwe têrav bikin. Li tu cihekî din û li ba tu kesî li dilovaniyê negerin.
Cîgeha qencî û dilovaniyê dilê mirov bi xwe ye. Mirov bi xwe xwediyê vê gewhera pak û giranbiha ye. Dilovanî taybetmendiyeke kesane ye ku her kesek dikare şanaziyê bi hebûna wê bike.
Ev qencî û dilovanî ye ku alîkariya me dike da ku em mirovên din nas bikin û têgihîştineke baştir ji xwe û hesta yekbûna bi bûnayetiyê ra bi dest bînin.
Dilovanî qanûneke zêrîn û beşeka cudanebûyî ji tevahiya qanûnên jiyanê ye. Qanûn û rêzikên hemî dînên xwedayî li ser bingeha dilovanî û qenciyê hatine darêştin. Dilovanî di hemî baweriyan da wek cûreyeka nirxê, hokara berzbûna rihê mirov û nêmetek jibo danîna peywendiyê bi mirovên din ra û fehmkirina wan hatiye zanîn.
Hema ev hokar e ku me han dide alîkariya mirovên din bikin. Pirrî wextan keşfkirin û derxistina vê genca hundirîn ji kûrahiya lihevalyayî û hezarrêya hundirê hin mirovan karekî ewqas hêsan nîne. Dibe ku di germegerma jiyana pirralî û mijûl a roja îro, di trafîka kolanên bajêr, di rêzên dirêj ên nanpêjî an benzînxaneryê da û ji ber lezûbezî û hindikbûna demê, heta bibîrxistina peyva qencî û dilovaniyê jî jibo gelekên me dijwar be, lê bi berçavgirtina hin xalên sade em dikarin tê bigihêjin ku rastiya dilovaniyê çi ye û em çawa dikarin hunera qencîkirinê di kêlî bi kêliyên jiyana xwe ya rojane da bi kar bînin.
Hesta pejirandinê, tîna agirê hubê û eşq û evîna li diyardeyên bûnayetiyê zêdetir dike. Hesta pejirandinê pêşmerca xurtkirin û perwerdekirina dilovaniyê di jiyana her mirovekî da ye. Hesta pejirandinê ev e ku mirov bixwaze her tiştekî bi heman awayî ku heye, bibîne û bipejirîne.
Bi vê nêrînê em dikarin di her rewşekê da reftareke durust bigirin ber xwe. Heke em ramîn û hizirîna bi vê şêwazê temrîn bikin, piştî demekê em ê asteke hesta pejirandinê bi dest bînin ku di her kêliyekê da, her tiştê ku diqewime û rûdide, bipejirînin.
Kesê ku bi tenahî û aramiyeke xurt, gav û kêliyên jiyanê dihewîne û dipejirîne, di rastiyê da dest avêtiye gencîneya bêdawî ya dilovaniya hundirê xwe û bi nêrîneke berfireh li kêliyên jiyana xwe dinêre. Her çiqas em ji rastiya hundirê xwe dûrtir bibin, em ê li hemberî kêşe û pirsgirêkên jiyanê zêdetir tûşî kovan û astengiyê bibin û kaniya qencî û dilovaniya me dê zêdetir bimiçiqe.
Di cîhana îroyî da ku mirov herî zêde bala xwe dide ser peywendiyên derveyî, gefa qutbûna peywendiya bi gencîneya hundirîn a mirovî her kêliyekê li pêşberî wî ye. Her mirovek pişkek ji peykereke giştî ye ku wek bûnayetî (Existence) tê zanîn.
Em wiha difikirin ku hebûn, raman û hestên me cuda ji kesên din e. Ev cûreke wehma dîtina haydarane ye. Ev wehm me di zîndaneke ji hebûna me bixwe da ku dîwarên wê ji hêvî û hewesên kesane û hezkirina ji tenê çend kesên derdora me pêk hatiye, hebs dike. Erka me ev e ku em xwe ji vê zîndanê rizgar bikin û xeleka qencîkirinê berfirehtir bikin da ku hemî hêman û bûnewerên cîhanê bigire ber xwe.
Dema ku em fêr bibin ku di her rewşekê da girêdayî bi rastiya hebûna xwe bin, dê reng û bêhna hemî liv û tevgerên me veguhere hub û dilovaniyê. Bûnayetî tiştekî derveyî hebûna me nîne.
Em beşeka istîsna ji vê cîhana ezamet in. Dema ku em vê dîmena mezintir dibînin, wekî ku cara yekem be em çavê xwe li ser bûnayetiyê vedikin. Ji ber ku heta kurteawirek li ser vê dîmena mezintir dê çavên me li ser cîhanê û her tiştê tê da veke. Wî çaxî em ê dijwarî û zehmetiyên kesên din jî bibînin û ev têgihîştin û îdrak, serçaviya bêrawestan a qenciya li kesên din e.
Bi têgihîştina vê rastiyê ye ku em dikarin li şûna sersariya li hemberî kesên din, bi rihetî qenciyê li wan bikin. Ev nêrîn dê me derbasî kewşena yekbûnê bike û hebûna me dê lêvalêv ji hesta xweş a hevahengiya digel kayînatê bibe. Ev hesta yekbûnê dê bibe sebeb ku dilovaniya me ne tenê me bi xwe, belkî cîhana ku em beşeka wê ne jî, bigire ber xwe.
Û serê axir; Dilovanî me digihîne nuqteyekê ku em xwe û cîhana hawîrdora xwe nas bikin. Dilovanî hêzek e ku têgihîştina nedurust a mirovî ya ser bingeha cudabûna xwe ji hêmanên din ên bûnayetiyê tîne ser riya rast. Heke dixwazî kesên din şa bikî, dilovan be. Heke dixwazî şa û kêfxweş bî, dilovan be. Tu yê bigihêjî tebat û aramiyeke bêhempa.
Wergêr û amadekirin:
*Berat Qewîendam