Serketina guleştgirê ferengîkar ê îranî di dora yekem a pêşbirkên Olempîka Tokyoyê da
Tebax 01, 2021 09:17 Asia/Tehran
Ferengîkarê desteya giran a Îranê li Olempîka Tokyoyê ji guleştgirê Koreya Başûr bir.
Li gorî rapora IRAN Pressê, Emîn Mîrzazade guleştgirê ferengîkar ê Îranê di giraniya 130 kg da îro Yekşemî di dora yekem a pêşbirkên guleşta Olempîka Tokyoyê da çû pêşberî Mîn Seûk Kîm ji Koreya Başûr.
Mîrzazade di vê pêşbirkê da bi encama 6-0 ji hevrikê xwe bir û derbasî dora din bû.
Ew ê di dora duyem da biçe pêşberî Mîhayn Lopêz ji Kûbayê.