Tîrmeh 29, 2021 19:21 Asia/Tehran
  •  Kûpaya Navneteweyî ya Futsalê li Tayland / Îran bû Fînalîst

Tima neteweyî ya futsalê ya Îranê di nîvfînala tûrnûvaya Taylandê de tîma Uzbekistan têk bir û derbasî fînalê bû.

Li gorî Ajansa Radyo û Televîzyona Îranê, tîma neteweyî ya futsala Îranê vê sibehê gihîşt nîvefînala tûrnûvaya futalsala parzemînê ya li hemberî Uzbekistanê.

Di dawiyê de, Îran bi serkevtina 7-5 li hember Uzbekistanê derket fînalê.

Ji bo Îranê, Ferhad Tewkulî (2 gol), Bêhzad Ezîmî, ElÎ Esxer Hesenzadeh, Mehdî Cavîd û Saîd Ebasî (2 gol) avêtin.

Şagirdên Nazim el-Şerîet di qonaxa komî ya van pêşbaziyan de bi têkbirina tîmên Lîtvanya û Tacîkistan û bi wekhevbûna bi Misrê re wek serkêşên koma duyemîn derket pêş û derbasî nîvfînalê bûn.