Mîhrîcana 7’an a Kurteçîroka Kurdî bi belavkirina xelatan bi dawî bû
Nivîskarê Kurd Merwan Berekat xelata yekemîn a Mîhrîcana 7’an a Kurteçîroka Kurdî wergirt û diyarî koçberên Efrînê kir.
Li gorî nûçeya Hawar Newsê (ANHA), Çalakiyên Mîhrîcana 7’an a Kurteçîroka Kurdî ya ku "Yekitiya Nivîskarên Kurd" li Sûriyê di 1’ê Tîrmehê de bi diruşma "Çîrok bang e...xwenasîn û vedeng e" li dar xistiye, bi dawî bûn.
Di 5 rojên mîhrîcanê de ku li hola Zana ya bajarê Qamişloyê hate lidarxistin 40 kurteçîrok hatin xwendin. Nivîskar li gorî şert û mercên Yekitiya Nivîskarên Kurd li Sûriyê danîne, beşdar bûn.
Çalakiyên roja dawî bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kirin, piştre 5 nivîskaran kurteçîrokên xwe xwendin.
Komîteya nirxandinê ya ku ji nivîskar, rexnegir û nivîskaran pêk tê, kurteçîrok nirxandin û 3 kurteçîrokên herî baş hatin xelatkrin.
Nivîskarê ji bajarê Efrîna dagirkirî Merwan Berekat li ser kurteçîroka xwe ya bi navê "Gulfiroş" xelata yekemîn wergirt, nivîskar Kerem Tokoglu û nivîskar Lema Elî xetala duyemîn wergirtin û nivîskar Qado Şêrîn xelata sêyemîn wergirt.
Yekitiya Nivîksarên Kurd li Sûriyê kesê xelata yekemîn wergirtî, pereyekî milyon û 500 hezar lîreya Sûriyê wek diyarî da û yên xelata duyemîn wergirtine 2 milyon lîreya Sûrî da û xelata sêyemîn jî 500 hezar lîreya Sûriyê da. Lê nivîskarên dîtir jî gelek pirtûk û kulîlk wergirtin.
Lê nivîskar Merwan Berekat ê ku xelata yekemîn a mîhrîcana îsal wergirtiye got ew xelata xwe diyarî koçberên Efrînê yên di kampan de dike.