Tîrmeh 03, 2021 16:52 Asia/Tehran
  • Di Şampiyoniya Cîhanê ya li Spanyayê de ji bo werzîşkarekî Îranî madala zêrîn stend

"Payam Hesennejad", werzîşkarê îranî, di Pêşbirkên Fitnesê ya Cîhanî ya li Spanyayê de, medala zêrîn bi dest xist.

Li gorî IRNA roja Şemiyê; Hesennejad  di kategoriya bin 175 cm û di beşa werzîşên fîtnesê Sport de di pêşbaziya du randên tevgerên akrobatîk û Fîgur de  medala zêr bi dest xist.

Di heman demê de vî werzişkarî di pêşbaziya navbêna çêtirîn werzişkaran de, medalek bronz(tûnc) bi dest xist û di performansa tevahî ya tîmê de, digel hevtîmiyên xwe ên di kategoriya fîtnesa Çalenc de, madala zîv stend.

Lîstikên Fitnesê yên Cîhanê ji 28ê Hezîranê heta 4ê Tîrmehê bi mêvandariya Spanya li dar ketine.