Denmark ji Wales bir û gihîşt çarîka fînala UEFA EURO 2020
Hezîran 27, 2021 13:07 Asia/Tehran
Denmarkê bi encama 4-0 bi ser Wales ket û gihîşt çarîka fînala UEFA EURO 2020.
Di yekem lîstika qonaxa 16 a UEFA EURO 2020 de hilbijardeya Denmarkê bi encama 4-0 bi ser hilbijardeya Wales ket û derbasî qonaxa çarîka fînalê bû.
Golên Denmarkê bi riya lîstikvan Kasper Dolberg di kêlîkên 27 û 48, Joakim maehl di kêlîka 89 de û Martin Braithwaite di kêlîka 90+6 de hatin tomarkirin.
Ev serkeftina Denmarkayê ya mezin bi 29 saliya serkeftina wê ya dîrokî ya bidestxistina nasnavê UEFA EURO 1992an re hevdem e.
Hilbijardeya Denmark di çarîka fînalê de dê roja Şemiya bê rastî hilbijardeya serkeftî ji Hollanda û Çek were.