Serketina guleştgirên îranî li Stenbolê
Hezîran 25, 2021 18:14 Asia/Tehran
Guleştgirên Îranê li pêşbirkên Tirkiyê hevrikên xwe têk birin.
Li gorî rapora îro ya Ajansa Nûçeyan a Radyo û Televîzyonên Îranê; Tîma neteweyî ya guleşta azad a Îranê pêşbaziyên xwe bi du serketinên li pey hev di Kûpa Yaşar Dogu a Tirkiyê de dest pê kir.
"Ebulfezl Hacîpûr" di giraniya 65 Kg de hevrikê xwe yê Frensî têk bir û "Husên Fîrûpûr" li hember guleştgirê Kanadayî bi ser ket.
Sêzdeh guleştgirên tîma neteweyî ya Îranê di heşt giraniyan de beşdarî Kûpaa Yaşar Dogu bûne.
Pêşbaziyên navneteweyî yên guleşta azad a Kûpa Yaşar Dogu ya Tirkiyê, perçeyek ji sîstema renkîng a Yekîtiya Cîhanî ya Guleştê ye.