Hezîran 21, 2021 16:56 Asia/Tehran
  • Pêşangeha 'Darên Pîroz' a hunermend Ahmet Guneştekîn hat vekirin

Hunermend Ahmet Guneştekîn vê carê bi pêşangeha xwe "Darên Pîroz" li Bodruma Muglaya Tirkiyeyê li pêşberî hunerhezan e.

Li gorî rapora malpera Diyarname'yê, Pêşangeha Guneştekîn li "Zai Yaşam" a li Bodrumê bi beşdariya gelek kesên navdar vebû. Ji gelek beşên cuda kesên wekî Aydin Dogan, Ali Poyrazoğlu, Tilda Tezman, Murat Ulker, İnci Aksoy, Yalçin Ayaydin, Zeynep - Volkan Demirel, Fulya-Haluk Nayman, Esra- Fatih Ozturk, Meral Kosif, Feryal Gulman di vekirina pêşangehê de amade bûn.

Di pêşangehê de hunermend Guneştekîn vê carê ceribandinên anîna ba hev ên peykerên bronz, karên seramîkê û mîtolojî bi kar aniye û rêyeke nû xistiye nava hunerê.

Guneştekîn ji paşerojê heta îro berdewamiya kevneşopiyê di şiroveyên xwe de zindî kiriye.

Guneştekin wisa dibêje, "Dema ez qala tiştên bûyî û xilasbûyî dikim, wan ji bîra xwe derdixim dinêrim ew bixwe ne ew bûyer in, lê şopa ku wan cihê xwe li cem min hiştene ne. Êdî zarokatiya min a ku di nav zemanê ku êdî ne li holê ye de; lê ez şoqa wê di nav zemanê nihayê de dibînim, ji ber ku ew hebûna xwe di bîra min de didomînin."

Hunermend di pêşangeha "Dara Pîroz" de li ser tuwalê daîreya sembola gerdûnî ya tevger û bêdawîbûnê bi hêmayên mîtolojîk aniye ba hev.

Pêşangeha "Dara Pîroz" a Ahmet Guneştekîn heta 28'ê tîrmeha 2021'ê dê vekirî be.

 

Serepeyv