Tîma guleşta Îranê bi 3 medalên zêr, 2 zîv û 2 bronz di Kûpa Wehabî Emre de bû sêyem
Hezîran 20, 2021 18:53 Asia/Tehran
Tîma hilbijartî ya Guleşta Navneteweyî ya Îranê sê medalên zêr, du zîv û du bronz stendin û di Kûpaya Guleştaa Navneteweyî ya Wehabî Emre ya Tirkiyê de bû sêyemîn.
Li gorî IRNAyê, pêşbirkên navneteweyî yên Guleşeta navneteweyî yên kûpa Wehabî Emre ya Tirkiyê, ji 18 heya 20 Hezîranê, li Stenbol li dar ket, ku di dawiyê de tîma 15 kesî ya Îranê di heşt giraniyan(weznan) beşdar bû û Secad Ebaspûr, Mihemed Riza Mixtarî û Ramîn Tahirî di weznên 72 Kg û 87 Kg medalên zêr û Pûya Dadmerz û Husên Esedîdi weznên 55 Kg û 67 Kg de medalên zîv û Meysem Dulzanî û Emîn Kavyanînejad di weznên 63 û 72 Kg de medalên tûnc standin.
Di pileya tîmî de, tîma Îranê piştî tîmên Rûsya û Tirkiyê di rêza sêyemîn de cih girt.