Hezîran 20, 2021 18:12 Asia/Tehran
  • Tîma jimnastîka hunerî ya netewî ya Îranê çû Qeterê

Tîma jimnastîka hunerî ya netewî ya Îranê vê sibehê ji bo beşdariya di Kûpeya cîhanî ya li Qeterê çû vî welatî.

Li gorî IRNA-yê, Kûpaya Cîhanê ya Qeterê ji 23 heta 26-ê Hezîranê yek ji qonaxên stendina kotaya Olîmpiyatê ye.

Seîd Riza Keyxa, Mihemed Riza Xosronejad, Mehdî Ehmed Kohenî û Mehdî Ulfetî endamên tîma neteweyî ya jimnastîka Îranê ne dê beşdarî pêşbaziyê bibin. Reza Xêrxwah û Hemîd Haşimî, wekî serrahlner û rahênerê tîma neteweyî, dê di van pêşbaziyan de serokatiya tîma neteweyî bikin.

Nasir Gulçîn di Kûpaya Cîhanê ya Qeter de wê bibe dawerê Îranê. Seîd Riza Keyxa, lîstikvanê hêja yê tîma neteweyî ya welatê me, hîn jî xwediyê şanseke ku kotaya Olîmpîkê bistîne û Kûpaya Cîhanê ya Qeter dê bibe şansê wî yê dawî ji bo beşdarî Olîmpîka Tokyo.

Serepeyv