Hezîran 16, 2021 17:22 Asia/Tehran
  • Li Petersburg ji bo temaşikirna UEFA ‘Gundê Futbolê’ hate avakirin

Li bajarê St. Petersburgê yê Rûsyayê her sal çalakiyên taybet ên werzişî birêve diçin. Îsal jî bi destpêkirina UEFA EURO 2020 re jî gundekî taybet ê futbolê li wir hatiye avakirin.

Li bajarê Saint Petersburg ê Rûsyayê bo temaşekirina yariyên fotbulê yên UEFA EURO 2020 ciheke taybet hatiye amadekirin jêre dibêjin “Gundê Futbolê”. Çûna wî gundî û beşdarbûna çalakiyan, ji bo her kesekê serbest e, lê divê beriya her tiştî tedbîrên li dijî Coronayê bêne bicihkirin. Ji bo alîgirên tîman ku nikarin biçin qada lîstokê jî, ekranên mezin hatine danîn da ku bikarin li lîstokan temaşe bikin.

Meydana Konyuşenniy a li navenda Sant Peterbûrgê çendîn sal e ku mazûvaniya handerên futbolê dike. Îsal jî di destpêbûna UEFA EURO 2020 re li vir Gundê Futbolê hatiye vekirin.

Berpirsa Dilxwazan a Gundê Futbolê Anastasiya Nîkonova dibêje: “Gundê Futbolê ji destpêka Şampiyoniya EURO 2020 hatiye vekirin. Armanc, geşkirina avhewaya cejnane ye, da ku handêr li hev kom bibin, hestên xwe nîşan bidin û bezm û kefxweşiyê bikin. Li vir barê giran dikeve ser milê dilxwazan. Rojane ji 70 ta 100 dilxwaz xizmet û alîkariya handêran dikin. Rojên lîstikan, bê guman, handêr zêdetir tên û karê me jî zêdetir dibe.”

Serepeyv