Lîga Neteweyan a Voleybolê; Bulgarîstan jî li hemberî Îranê têk çû
Hezîran 06, 2021 17:33 Asia/Tehran
Tîma neteweyî ya voleybola Îranê di Lîga Neteweyên 2021-an de li hember Bulxaristanê di pêşbaziya xwe ya şeşemîn de bi ser ket.
Li gorî Ajansa Nûçeyan a Farsê, Tîma Neteweyî ya Voleybola Îranê di pêşbirka xwe ya şeşan de ya pêşbaziyên Lîga Neteweyên 2021 li hember Bulgarîstan di saet 22:00 de bilîze û di vê pêşbaziyê karî bi encama 3 bi 0 û bi pûanên 25 li hemberî 20, 33 li hemberî 31 û 25 li hemberî 22 rikeberê xwe têk bibe û serkeve.
Tîma Îranê berî niha li hemberî Japonya û Rûsyayê bin ket, lê li hemberî tîmên Hollanda, Kanada û Îtalyayê ser ket.
Tîma netewî ya voleybola Îranê roja Çarşemî 9ê Hezîranê, saet 20:30 di lîstika xwe ya heftemîn de di Lîga Neteweyên 2021 de dê bi tîma Amerîkayê re rûbirû bibe.