May 20, 2021 09:58 Asia/Tehran
  • Lîstikvanê sînema û televîzyonê Charles Grodin mir

Lîstikvanê sînema û televîzyonê Charles Grodin ku ev demek bû qansêr bû mir.

Li gorî nûçeya malpera Diyarname'yê, Lîstikvan, komedyen, nivîskarê amerîkî Charles Grodin di sala 1935'an de li Pittsburgh a Pensilvanyaya DYA'yê hatiye dinê.

Wî di jiyana xwe de di gelek fîlmên sînema û televîzyonê de rol girtiye, di hin lîstikên şanoyê de lîstiye û her wiha çend pirtûk nivîsîne. Charles Grodin roja 18'ê gulana 2021'ê de ji ber kansêrê mir.

Kurê wî Nicholas Grodin ji 'The New York Times'ê re gotiye ku bavê wî ji ber kansêrê miriye.

Wî di sala 1962'Yan de bi fîlmê "Tchin-Tchin" dest bi kar kir. Paşê di sala 68'an de di "THe Graduate" de rol girt. Di sala 1972'Yan de dema di rêzefîlmê "The Heartbreak Kid" de rol girt, bi vê navdar bû. 78'an de bi "Heaven Can Wait" navdartir bû.

Ligel Robert De Niro di fîlmê "Midnight Run" de lîst û rexnegiran gelek ecirabnd. Dîsa "Beethoven", "The Woman in Red" hin fîlm in ku bi wan ew tê zanîn.

Charles Grodin di navbera salên 1995-98'an de ji bo CNBC talk show çêkir.

 

 

 

Serepeyv