Hisên Yusif bi tembûr û stranan azarên koçberiyê derdibirîne
Hezkirina wî ji lêdana tembûrê re hişt ku stranên di derbarê rewşa heyî de bihûne, Hisên Yusif Silêman di hûnandina stranên xwe spart taybetmendiyên folklora kurdî û awazên hunermend Mihemed Elî Tico, lê mixabin kirasê feqîrtiyê nehişt stranên xwe tomar bike. Bi rûyekî ku azarên jiyanê li ser hatine nexişandin, Hisên Yusif Silêman serpêhatiyên xwe yên dirêj bi tembûrê û stranên folklorîk re vegot.
Li gorî rapora ajansa Hawar Newsê (ANHA), Hisên Yusif Silêman ji gundê Xelîlaka yê girêdayî navçeya Bilbilê ye, zewicî ye û xwedî 5 zarokan e, çîroka wî di rojeke ji rojan de ku bi hunermend Mihemed Elî Tico re dema serdana gundê wan kiribû, dest pê kir.
Hisên Yusif Silêman têkildarî vê yekê dibêje: "Dema ez biçûk bûm, ez bi hunermend Mihemed Elî Tico re ku hat gundê me û li gund şahiyeke biçûk amade kiribû, rûniştim, ez bi stran û dengbêjiya wî pir bandor bûm, piştî wê min tembûrek kirî û ji ber hezkirina xwe ya ji hunerê re, di nava 3 mehan de min xwe fêrî lêdana tembûrê kir."
ꞌFEQÎRTÎ KIRASEKÎ JI AGIR Eꞌ
Hisên Yusif Silêman 4 stran çêkirine, 3 yên gelêrî ne û yek jî li ser koçberiya Efrînê ye.
Hisên Yusif Silêman heta ku ew stran çêkirin, gelek zehmetî kişandine û awazên hunermendê rehmetî Mihemed Elî Tico bi kar aniye û hin guhartin tê de çêkirine, lê mixabin ji ber rewşa wî ya hejariyê nekariye stranên xwe tomar bike.
Têkildarî mijarê Hisên Yusif Silêman got:"Piştî ez zewicîm, rewşa malbata min ne baş bû, ji ber vê yekê min tembûra xwe firot, dev ji hunerê berda û berê xwe da Lubnanê da ku debara zarokên xwe bikim, lê piştî 20 salan ez li hezkirin û xewna xwe vegeriyam, min tembûreke nû kirî û çend stran çêkirin."
Hisên Yusif feqîrtî bi "Kirasekî ji agir" bi nav kir ku rehmetî Mihemed Elî Tico di mewaleke xwe de gotiye.
ꞌJI BER EZ BI ÇÎROKÊ ÊŞIYAM MIN STRANEK LI SER ÇÊKIRꞌ
Di nava stranên ku Hisên Yusif Silêman çêkirine de, strana çîrokeke ku dema koçberiyê pê re çêbûbû çêkiriye û di wê derbarê de wiha dibêje: "Ez û malbat û diya xwe ya 85 salî bi piyan ji Efrînê derketin, dema ku em gihaştin gundê Kurzêla Cûmê min 4 xortên ku li hemberî cenazeya kalmêrekî li kêleka rê sekinbûn, dîtin. Wî kalemêrî di dema derketina ji Efrînê di rê de jiyana xwe ji dest dabû û wan xortan ji ber ku nikarîn cenaze bi xwe re bibirina li bin dareke hinaran ew veşartin û ji Efrînê derketin. Ez bi wê pir bandor bûm û min stranek li ser wê serpêhatiyê çêkir."