Xelatên ‘Koprude Buluşmalar’ hatin belavkirin
Xebata “Koprude Buluşmalar” di bin banê Festîvala Fîlman a Stenbolê de li dar dikeve û projeyên ji bo vir hatine şandin têne xelatkirin. Îsal ev xebat di navbera rojên 2-9’ê mehê de online li dar ket. Di encamê de berhemên bi ser ketin hatin xelatkirin.
Li gorî rapora malpera Diyarname'yê, Îsal 17 fîlmên metrajdirêj, 4 belgefîlm û 5 projeyên rêzefîlman serî lêdabûn. Di heman demê de 5 belgefîlm û 2 fîlmên metrajdirêj ku post-poduksiyona wan didome jî serîlêdabûn. Rêvebera vê beşê Gulin Ustun sipasiya sponsor û piştgiriyên vê xebatê kir û yên serketî eşkere kir.
Xelatên Work in Progress
Di nav juriya Work in Progressê Alessandro Gropplero (Venice International Film Critics' Week), Benjamin Mirguet (First Cut Lab) û Daniela Cölle (Pluto Film) hebûn û xelat eşkere kirin. Wan xelata Anadolu Efesê ku bi buhaya 30 hezar TL ye dan fîlmê “Kar ve Ayi” (Berf û Hirç) ê derhêner Selgen Urgun û sazkar Nefes Polat. Xelata Cine Choromatiks Post-Produksiyon dan belgefîlmê “Eat Your Catfish” ku derhêner û sazkariya wê Senem Tuzen, Noah Amir Arjomand û Adam Isenberg dikin.
Xelat mute.istanbul Foley dan fîlmê Burak Çevik “Unutma Biçimleri”. Xelata Frafmanhouse jî dîsa dan fîlmê “Kar ve Ayi”. Xelata “Başa Sinema” jî dan fîlmê “Hatiralarin Olgesinde” ku derhêneriya wê Şafak Şahin û sazkar Emek Yildirim Şahin e. Xelata Dîzayna Dîmenan a Daire Cerative jî dar fîlmê “Halime” ku derhêner û sazkarê wê Morteza Atabaki ye.
Xelatên Atolyeya Pêşxistina Fîlman
Di vê beşê de endamên juriyê Anamaria Antoci (Tangaj Productions), Catherine Dussart (CDP), Dorothe Beinemeier (Red Balloon Films), Elias Demetriou (Mediterrenean Film Institute), Oana Giurgiu (Libra Film) û Faruk Guven (TRT) bûn.
Di vê beşê de xelata mezin Xelata Taybet a TRT’ê ku 50 hezar TL ye dan projeya “Tereddut Çizgisi” ku derhênerê projeyê Selman Nacar û sazkar jî Burak Çevik û Diloy Gulun in. Xelata Koprude Buluşmalar ku 30 hezar TL ye dan projeya bi navê “Salyangozlar” ku derhêner Gulten Taranç û sazkarê projeyê Eylem Atakav e.
Xelata CNC ku 8 hezar Euro ye jî dan projeya “Şerife Tavşan” ku derhênerê projeyê Tareq Daoud û sazkarê wê jî Çigdem Mater e.
Xelatên din jî dan van projeyan:
- Xelata Mattepost Post-prodüksiyon: “Road to Tokyo” (Projeya belgefîlm, derhêner Efe Oztezdogan, sazkar Aslihan Altug û Haluk Koçak.
- Xelata Postbiyik Ses Produksiyon: “The Eagle of Barwaq” (Projeya Derhêner Kiarash Anvari û sazkar Sadaf Foroughi)
- Xelata Deng a Melodika: “Sound Dreams of Istanbul” (Projeya Derhêner Anil Eraslan, Sazkar Kivilcim Akay).
- Xelata Atolyeya Senaryoyê ya Akdeniz Film Enstîtusu: “Kara Orman” (Projeya Derhêner Nazli Elif Durlu, sazkar Annamaria Aslanoglu).
- Xelata SE-YAP: “Perşembe Gecesi Çok Karanlik” (Projeya derhêner Onur Sefer, sazkar Tilbe Cana İnan)
- Xelata Transilvania Pitch Stop: “Tussifed” (Projeya sazkar Kaan Ege û derhêner Dogu Akal)