Futbola Olîmpîkê dê di 21ê Nîsanê de pişk were avêtin
Adar 22, 2021 18:06 Asia/Tehran
Pişkavêtina ji bo pêşbaziyên Olîmpîka Tokyoyê dê 21ê Nîsanê li Mala FIFAyê cih were.
Li gorî IRNAyê, mezintirîn û girîngtirîn tûrnûvaya werzîşê ya cîhanê dê ji 23ê Tîrmeha îsal ve li Tokyoyê were li dar xistin.
Olîmpîka Tokyoyê, ku ji ber belavbûna vîrusa Coronayê salekê hate paşve xistin, biryar e 23ê Tîrmeha îsal, werzişvanên herî mezin ên cîhanê ji bo şampiyoniyê pêşbaz bibin.
Pêşbirkên futbolê, mîna kûrsên din ên werzişê, dê bi heyecan û coşek mezin werin li dar xistin.
Biryar e 16 tîmên mêr û 12 tîmên jin beşdarî pişkavêtina 21ê Nîsanê bibin.
FIFA mazûvaniya pişkavêtina pêşbirka tûrnûvaya futbolê ya Olîmpikê dike.