Sibat 12, 2021 09:47 Asia/Tehran
  • “Valentîna Kurdî” - Sêva Mêxekrêj sembola Evîn û Aştiyê di çanda kurdî de

14’ê vê mehê li hemû dinyayê wekî “Roja Evîndaran” tê pîrozkirin. Navê wê yê navneteweyî “valentine's day” e. Kurd ev bi sedan salan in bi şiklekî din bi çanda “Sêva Mîxekrêj” vê rojê pîroz dikin. 14’ê vê mehê ev çand carek din dê bi atolyeyek jîndar bibe. Seywan Seîdiyan ji bo vê çandê bide nasîn nêzî 20 sal in dixebite, îsal dîsa atolyeyê li dar dixe.

Li gorî nûçeya Malpera Diyarnameyê, 14’ê vê mehê li hemû dinyayê wekî “Roja Evîndaran” tê pîrozkirin. Navê wê yê navneteweyî “valentine's day” e. Kurd ev bi sedan salan in bi şiklekî din

bi çanda “Sêva Mîxekrêj” vê rojê pîroz dikin. 14’ê vê mehê ev çand carek din dê bi atolyeyek jîndar bibe. Seywan Seîdiyan ji bo vê çandê bide nasîn nêzî 20 sal in dixebite, îsal dîsa atolyeyê li dar dixe.

KEVNEŞOPIYA SÊVÊ

Ev sêv kevneşopiyeke kevin a kurdan e. Dema sêvek bê mîxekrêjkirin, zêdetir ji sed salan dimîne û tu car bêhna xweș jê naçe. Sêva Mîxekrêj nîşaneya evîndarî û aştiyê ye!

Di demên berê de, di çanda kurdan de ji bo du tiştan sêv hatiye mîxkirin. Keçên ku nedikarîn evîna xwe bînin ziman, mîx li sêvan diçikandin û ji evîndarên xwe re dişandin.

Her wiha, du dost an jî evîndarên ku ji hev dixeyidîn, sêveke mîxekrêj ji hev re dişandin û daxwaza aştiyê dikirin.

ATOLYE 14’Ê MEHÊ ONLINI LI DAR DIKEVE

Hunermend Seywan Seîdiyan ku nêzî bîst sal in ji bo vê sevê bide nasandin û  cîhanîkirin dixebite, carek din atolyeyê li dar dixe.

Salên borî ev bername li salonan û bi beşdariya bi dehan kesan pêk hat lê îsal ji ber vîrusa koronayê bername dê wekî online li dar bikeve. 14’mêhê Roja Evîndaran her kes li cihê ku lê ye dikare mîxan li sêva xwe biçikîne û diyarî bide evîndarê/a xwe û bi vî awayî bike ku evîna wan zêdetirî sed salan zindî bimîne.

Bername bi hevkariya Mordem Sanat a Amedê û Şaredariya Osthammars ya Swêdê wê bi pêşêşkariya hunermend Seywan Seîdiyan pêk were. Her wiha bername wê li ser hesabên medyaya civakî yên her du saziyan bi awayekî zindî were weşandin.
 

Serepeyv