Sibat 11, 2021 16:28 Asia/Tehran
  •  Bayern Munîh di Kûpaya Klûbên Cîhanê de derbasî finalê bû

Bayern Munîh di Kûpaya Klûbên Cîhanê ya FIFAyê de tîma Al Ahly ya Misirî 2-0 têk bir û derket fînalê. Tîma Alman îro Pêncşemê li hember Tigresê fînal bileyîze.

Di nîvfînala Kûpaya Klûbên Cîhanê ya FIFAyê de şampiyonê Liga Şampiyonan ya Ewropayê (UEFA) Bayern Munîh û şampiyonê Lîga Şampiyonan ya Afrîqayê Al Ahlyê li Dubaiyê hatin pêşberî hev.

Tîma Alman di pêşbirka ku li Stadyuma Ahmed bîn Alî ya Dubaiyê de dileyizt bi ser ket.

Golên Bayern Munîhê di deqîqeyên 17 û 86emîn de ji aliyê listîkvanê Polonî Rober Lewandowski ve hatin avêtin.

Bayern Munîh dê di Fînalê de li hemberî tîma Meksîkayê Tigres bileyîze. Pêşbirka fînalê dê di 11 Sibatê roja Pêncşemê de bê leyîztin.

Bayern Munîh di vê kûpayê de berê carek derketibû fînalê û di 2013an de tîma Fasê Raja Cazabalankayê 2-0 têk biribû û kûpayê biribûn muzeya xwe.

Kûpaya Klûbên Cîhanê ya FIFAyê cara yekem di sala 2000î de hate damezirandin û ev cara yekem e ku tîmeke Meksîkayê dertê fînalê.

Serepeyv