Bezvanê îranî di pêşbirkên nav salûnê yên Fransayê da bû yekem
Çile 23, 2021 14:19 Asia/Tehran
Mêrê herî bilez ê Îranê di pêşbirkên beza nav salûnê yên Fransayê da bû yekem.
Li gorî rapora roja Şemiyê ya IRNAyê, Hesen Teftiyan mêrê herî bilez ê Îranê di pêşbirkên beza nav salûnê yên Fransayê da bi tomarkirina rekora 6.68 çirke karî bibe yekem.
Piştî Teftiyan Rayan Zehze û Marwîn Rine hr du ji Fransayê bûn duyem û sêyem.
Hesen Teftiyan bezvanê olempîkî yê Îranê ev çend roj in ku urdiya xwe ya amadekirinê li Fransayê destpê kiriye da ku ji bo beşdariya di pêşbirkên qehremaniya Asyayê û Olempîka Tokyoyê amade bibe.