Çile 19, 2021 13:26 Asia/Tehran
  • Dê 6 hezar werzişkar di merasima vekirina Olempîka Tokyoyê da beşdar bibin

Dê 6 hezar werzişkar di merasima vekirina Olempîka Tokyoyê da beşdar bibin.

Li gorî rapora Tasnim Newsê, Komîteya Navmneteweyî ya Olempîkê (IOC) roja Sêşemiyê ragihand ku destpêkê jibo beşdariya 11 hezar werzişkarî ji 200 welatên cîhanê di merasima vekirina Olempîka Tokyoyê da amadetî hatibû kirin, lê belavbûna Vîrûsa Koronayê rê li ber vî karî digire.

Li gorî vê raporê,, Lidarxînerên merasimê ji billî kêmkirina hejmara werzişkaran hewil didin ku nehêlin qelebalixî çêbibe.

Bi paşdaktine yeksalî ya Olempîka 2020 a Tokyoyê ji ber belavbûna Vîrûsa Koronayê, ev tornement dê ji 23ê Tîrmehê heta 8ê Tebaxa 2021ê û Para-Olempîk jî dê ji 24ê Tebaxê heta 5ê Îlona 2021ê li paytexta Japonê were lidarxistin.

Serepeyv