Rêketinnama Hevkariya werzişî ya Îran û Japonyayê
Di navbera Wezareta Werzîş û Ciwanan ê Komara Îslamî ya Îranê û Wezareta Perwerde, Çand, Werzîş, Zanist û Teknolojiya Japonyayê de rêketinnama hevkariyê di warê werzîşê de hate îmzekirin.
Li gorî malpera nûçeyan a Wezareta Werzîş û Ciwanan ê Îran, "Mesûd Sultanîfer", Wezîrê vê wezaretxanê, roja Sêşemê di merasîma îmzekirina rêketinnama têgihiştinê ya hevkariya di warê werzîşê de di navbera Wezareta Werzîş û Ciwanan a Îranê û Wezareta Perwerde, Çand, Werzîş, Zanist û Teknolojiyê ya Japonyayê de got. : Werzîş ji bo parastin û pêşvebirina nirxên gerdûnî yên wekî rêzgirtin, hevkarî û armancên hevpar ên di navbera welatan de, derfetek hêja ye.
Sultanîfar herwiha got: "Tevî dîroka hevkarîya hevbeş di navbera neteweyên Îran û Japonyayê di warên çandî û siyasî de, bi hewildan û şopandinên berdewam ên balyozên her du welatan, pisporên Wezareta Karûbarên Derve û Nivîsgeha Navneteweyî ya Wezareta Werzîş û Ciwanan, piştî çendîn salan derfeta îmzakirna Online a rêketinnama hevkariyê di warê werzîşê de navbera du welat bi dest ket.
Wezîrê Werzîş û Ciwanan ê Îranê tekez kir: "Bê guman, encama danûstendinên werzîşê dê zêde ji berê berjewendiya neteweyî û navneteweyî ya du neteweyên hevdil û çandhez ên KomaraÎslamî ya Îran û Japonyayê di warê werzîşê de li hevdû girê bide."