Şetrencbazê îranî li rêza yekem a şetrencê ya xwendekarên Asyayî cih girt
Kanûn 16, 2020 18:47 Asia/Tehran
Roja duyemîn a pêşbaziyên Online ên şetrencê yên xwendekarên keç ên zanîngehên Asyayê bi cihgirtina Kiana Ereb, nûnerê Îranê li ser pileya yekem bidawî bû.
Li gorî IRNA-yê, di roja duyemîn a Tûrnûvaya Ştrencê ya Xwendekarên Asyayê de, tûrên çaremîn heta şeşemîn ên turnuvayê hatin şopandin ku di dawiyê de, Kiana Arab, namzeda hostadiya jinan ji Îranê karibû bi du serkevtinan û beramberiyekê pûanên xwe yên tevahî bigihîne 5.5, û bi tenê li berîka cedwelê cih bigire.
Vesal Hamedinia, Niki Nadernia û Kimia Ghazi Sharif jî cihên baş di lîsteya şetrencê bi dest xistin û di dawiya roja duyemîn de, tîma Îranê piştî tîmên Mongolistan û Endonezya di rêza sêyemîn de bû.
Tûrên mayî yên pêşbirkên keçan dê Pêncşemê serê sibê werin li dar xistin.