Kanûn 14, 2020 21:12 Asia/Tehran
  • Fîlima îranî; berbijarê xelata Lumière a fransî

Fîlima îranî ya "Yelda", sêyemîn fîlma dirêj a "Mesûd Bexşî", ji bo Xelata Fîlima Lumière li Fransa hate berbijar kirin.

Li gorî Ajansa Nûçeyan a ISNA, Îro Duşemê, "Yelda" berhemek hevbeş a Fransa, Almanya, Swîsre, Luksembûrg û Libnanê ye û "Elî Musefa", "Mesûd Bexşî" û "Mehmûd Bexşîi" fîlimçêkerên vê fîlmê ne û di beşa çêtirîn hilberîna hevpar a Navneteweyî de ji bo dewra 26-an a Xelatên Lumière hatiye berbijar kirin.

Îsal 123 rexnegir, nirxankir û rojnamevan ji 36 welatan xelatgirên Lumièrê, ku bi Xelatên Golden Globe (Glover-Zêrîn) re hevseng e, hildibijêrin.

Merasima dayîna xelatên dewra 26-emîn ên Lumière dê di 19-ê Çile de werin pêşkêş kirin.

Serepeyv