Kanûn 09, 2020 07:01 Asia/Tehran
  • Li Kadikoya Stenbolê - Saloneke din a sînemayê jî diçe

Heta niha bi dehan salonên sînemayên yên dîrokî, yên muhîm hatin girtin an xirakirin. Niha yeka din jî li wan hat zêdekirin: Salona Rexx a li Kadikoya Stenbolê.

Li gorî rapora malpera Diyarname'yê, Li Stenbolê dema kesek biçûya Kolana Îstîklala Beyogluyê seranserê kolanê rastî gelek salonên dîrokî yên sînemayê dihatin. Ji Salona Elhamra, Cine Magic, Ruya Sînemasi, Lale Sînemasi, Yenî Melek û gelekên din hebûn. Dîsa li van deran  Karakoy, Pera, Harbiye, Pangalti sînema hebûn, hemû çûn.

Li Amedê salon hebûn hatin girtin. Şaredariyên Bajarê Amedê (Şeradariya Mezin, yên din) salon vekirin lê qeyûman ew girtin. Şaredariya Batmanê Salona Sînemayê ya "Yilmaz Guney" vekir. Bi salan ked da sînemayê, fîlm nîşan da lê qeyûmê ew xira kir û niha di cihê wê de hewzeke çêkiriye.

Û mijara me ya niha: Salona Rexxê jî diçe.

Salona Rexxê di sala 1962'yan de hatiye avakirin lê berî wê di dawiya sedsala 19'an de ew der Şanoya Apollon bûye. Di sala 1932'yan de wekî Hale Sînemasi kar kiriye paşê şiklê niha girtiye. Di sala 1961'ê de mîmar Maruf Onal şiklê niha çêkiriye û di sala 1962'yan de bi fîlmê "Aşkin Gunahi" (Guneyê Evînê) dest bi nîşandayîna fîlman kiriye. Ji wê rojê de heta niha bi hezaran fîlm li wir hatin nîşandayîn, çend nifş li wir çûn li fîlman temaşe kirin û ji wan hez kirin. Lê niha ew jî diçe.

Diyarnameyê her wiha nivîsiye: "Niha dora sînemayê girtine û dest bi xirakirina wê kirine. Niha kes nizane piştî xira bikin dê carek din bikin sînema yan bibe tiştek din. Lê wisa diyar e dîrokek din bi dawî dibe."

 

Serepeyv