Mijdar 28, 2020 18:36 Asia/Tehran
  •  Fîlma danasîna Formula 1ê ya li Stenbolê li hemî cîhanê di weşanê de ye

Grand Prixa Tirkiyê ya Formula DHL 1ê ya ku 13-15ê mijdarê li Intercity Istanbul Parkê hatibû lidarxistin, beriya wê Fîlma danasînê hatibû tomarkirin, ew fîlma êdî li hemî cîhanê di weşanê de ye.

Fîlm bi pêşengiya Serokatiya Ragihandinê ya Serokomariyê bi mebesta danasîna Tirkiye û Stenbolê hat girtin. Di fîlmê de wesayitên Formula 1ê di ber Saraya Topkapiyê, Pira Galatayê, Qada Sultanahmedê, Tunêla Ewrasyayê û Pira Şehîdan a 15ê Temmûzê re derbas dibin.

Ajovanê AlphaTauriyê Pierre Gasly di daxuyaniya xwe de bal kişand ser giringiya ezmûngeriya xwe ya ku di fîlma dadanasînê de bidest xist û got, "Ajotina wesayita Formula 1ê li Stenbolê, bi taybet ji ser pirê re, derbasbûna ji parzemînekê bo parzemîneke din gelekî xweş bû. Bûna beşekê ji vê roja giring, tiştekî gelekî bi fors e."

Pîlotê Ret Bull Racingê Alexander Albon jî wiha got, "Ajotina wesayitê li nava kolanên Stenbolê bi rastî jî ezmûngeriyeke baş bû. Dema derbasbûna ji ser Pira Şehîdan a 15ê Temmûzê re, nayê jibîrkirin."

Serepeyv