Mijdar 27, 2020 08:55 Asia/Tehran
  • Fîlmên ku li ser Maradona hatine kişandin

Efsaneyê fûtbolê Diego Armando Maradona roja 25'ê mehê (25ê Mijdarê) wefat kir. Heta niha li ser wî çend belgefîlm hatine kişandin.

Li gorî nivîsa malpera Diyarname'yê, Efsaneyê fûtbolê Diego Armando Maradona roja 25'ê mehê (25ê Mijdarê) wefat kir. Heta niha li ser wî çend belgefîlm hatine kişandin. Ev in çend heb ji wan:

Belgefîlmê 'Diego Maradona'

Belgefîlmê bi navê "Diego Maradona" yê herî dawî ye ku li ser wî hatiye kişandin. Belgefîlm ji aliyê derhêner Asif Kapadia ve par hat kişandin û nîşandayîn.

Belgefîlm berê xwe dide lîstikvan Diego Armando Maradona û bi dîmenên arşîvî ku berê nehatiye weşandin jî jiyana wî radixe ber çavan. Belgefîlmê ku di sala 2019'an de li Festîvala Fîlman a Cannesê hat nîşandayîn hat ecibandin.

Derhêner Asif Kapadia li ser hunermend Amy Winehouse bi navê "Amy" belgefîlmekî kişandibû û bi vê yekê Xelata Oscarê girtibû. Bi vî belgefîlmî carek din hem bal kişand ser derhêneriya xwe hem jî kişand ser Maradona. Belgefîlm 120 deqîqeyî ye.

'Amando A Maradona'

Belgefîlmê bi navê "Amando A Maradona" senaryoya wî ji aliyê Nicolas Ajruj ve hatiye nivîsandin û Santiago Bonta saz kiriye. Belğefîlmê 75 deqîqeyî ye û di sala 2005'an de hatiye kişandin.

'Maradona'

Belgeîlmê bi navê "Maradona" ji aliyê derhênerê navdar Emir Kusturica ve hatiye kişandin. Belgefîlmê ku di sala 2008'an de hatiye kişandin 90 deqîqe dikişîne.

 

 

 

Serepeyv