Mijdar 19, 2020 08:36 Asia/Tehran
  • Li Silêmaniyê duyemîn Pêşangeha Pirtûkan deriyên xwe vekirin

2'yemîn Pêşangeha Pirtûkan a Navnetewî ya Silêmaniyê dest pê kir. Di pêşangehê de zêdetirî 3 mîlyon pirtûk hene û pêşangeh dê 10 rojan bidome.

Li gorî rapora malpera Diyarname'yê ji zarê Roj Newsê, Pêşangeh ji aliyê kompanyaya Atlas Esil ve hatiye rêxistinkirin, bi merasîma ku berpirsên hikumeta Herêma Kurdistanê jî amadebûn, danê sibehê hate vekirin.

Rêveberê peywendiyên kompanya Atlas, Esil Şewqî Umer di dema destpêkirina pêşangehê de axivî û got; “227 navendên rewşenbîrî û edebî ji 17 welatên cîhanê tevlî pêşangehê bûne.”

Di pêşangehê de zêdetirî 3 mîlyon pirtûk hene, ji vane 45 hezar pirtûkên zanistî ne. Yên din jî pirtûkên li ser tenduristî, edebî, raman, huner, felsefe û ol in. Piraniya pirtûkan bi zimanên kurdî, erebî, îngilîzî, farisî û tirkî ne."

Pêşangeh wê her roj di saetên 09:00’an de were vekirin û heya saet 18:00’an vekirî be.

Serepeyv