Li Stenbolê; Festîvala Şanoyê dest pê kir
24’emîn Festîvala Şanoyê ya Stenbolê ku ji aliyê ÎKSV’ê (Weqfa Çand û Hunerê ya Stenbolê) ve tê organîzekirin bi merasimek dest pê kir. Di destpêka festîvalê ku li Yapi Kredi Bomontiadayê li dar ket de projeya koma fransiz Retouramont a bi navê “Diagonale Ascendante” dest pê kir.
Li gorî rapora malpera Diyarname'yê, Festîvala îsal dê heta 1’ê meha pêşiya me wekî online li dar bikeve. Serokê Lijneya Rêveberiyê yê ÎKSV’ê Bulent Eczacibaşi di axaftina destpêkê de diyar kir ku ji meha adarê ve heta niha di van rewşên zehmet de me fêm kir ku çiqas pêdiviya me bi çand û hunerê heye û wiha dom kir; “Me fêm kir ku çalakiyên wekî pêşangeh, şano, sînema, muzîka klasîk û muzîka rojane ji bo mirovan ji aliyê fikrî û hestî ve destjênayê berdan. Em wekî ÎKSV, ji bo pêşketina qada çand û hunerê ya li welatê me, ji bo piştgiriya hilberîna çandî û hunermendan, ji bo rengînkirina jiyanê di vê demê de jî em xebitîn.”
Xelata Rûmetê ya îsal di merasimê de dan derhênerê belçîkî Ivo van Hove, dansger, koreograf Geyvan McMillen û derhêner Işıl Kasapoglu
Lîstik îsal li şanogehên wekî DasDas, Fişekhane, Moda Sahnesi, Zorlu PSM, Harbiye Muhsin Ertugrul Sahnesi, Yapi Kredi bomontiada, Caddebostan Kultur Merkezi, Surp Vortvots Vorodman Kilisesi têne lîstin û di heman demê de ji ser online re dikarin lê temaşe bikin. Yên bilêtan bikirin di nav 72 saetan de dikarin lê temaşe bikin. Di nav bernameyê de 22 lîstik hene. Temaşekirina van lîstikan bi pere ye û divê bilêt bê kirîn. Ji bilî van Bernameya "Ogrenme ve Gilîşîm" (Hînbûn û Pêşketin) heye ku ew bê pere ye. Di vê beşê de zêdetir ligel şanoger û derhênerên şanoyê gotûbêj hene. Yek ji van jî "Okuma Tiyatrosu: Bir Hikayemiz Var Bizim (Şanoya Xwendinê: Çîrokek Me heye) ye ku Ozen Yula nivîsandiye, derhênera şanoyê ya kurd Berfîn Zenderlîoglu bi rê ve biriye. Çalaki 24'ê mehê saet 20.00'an de li Salon ÎKSV'ê li dar dikeve.
Li aliyê qeyda merasima destpêkirina festîvalê di navbera 21-28'ê mehê de ji ser hesabê Youtube ya ÎKSV'ê re dikare bê pere bê temaşekirin.