Mijdar 14, 2020 09:55 Asia/Tehran
  • Beytocan emeliyet bû û li nexweşxaneyê ye

Malpera nûçe, çand û hunerê ya Diyarname ragihand ku Beytocan emeliyet bû û hîn li nexweşxaneyê ye.

Piştî ku hin malperan û hin kesan li ser torên civakî ji wan li ser Twitterê nivîsîn Ku hozan û stranbêjê hêja û mezin Beytocan ji dinê çû Malpera Diyarname ev nûçe red kir û diyar kir: Ev du roj in bi ser twittirê re hema twitan diweşînin û qala hunermend Beytocan dikin. Hin jê bêyî agahiyê piştrast bikin dibêjin "Mir". Li ser vê me xwe gihand agahiya rewşa dawî ya Beytocan û bi kurtahî: Li nexweşxaneyê ye û dermankirina wî didome.

Hunermend Beytocan li dor deh rojan berê li Stockholma Swêdê li nexweşxaneyeke ji qirika xwe emeliyet bûye. Qansêra qirikê hebû û ji wê emeliyet bûye. Ev deh roj in tedawiya bi lazerê didome. Rewşa wî stabîl e, hê doktor tiştek nabêjin lê dermankirina wî didome. Ji ber vîrusa koronayê jî leza şandina malê nakin.(Agahiyên nû bên emê parve bikin)

Serepeyv