Mijdar 09, 2020 17:39 Asia/Tehran
  • Enîmêyşina îranî derbasî Mihrîcana fîlma Enîmêsta Romaniyê bû

Enîmêyşina îranî ya Xerçeng ( kejwal) derbasî beşa pêşbirkê ya kurtefîlma panzdehemîn Mihrîcana fîlma navdewletî ya Enîmêyşina Romaniyê bû.

Li gorî rapora Mehr Newsê, Enîmêyşina îranî  ya Xerçeng (Kevjal) bi derhêneriya "Şîwa Sadiq Esedî" li 15emîn Mihrîcana  navdewltî ya  fîlma Enîmêyşin a Romaniyê bi 13 fîlmên din ji welatên Komara Çêk, Belcîka, Swîsra, Qibris, Îtalya, Hungariya (Mecaristan), Ukrayn, Awistralya, Inglîz û Firansayê re hevrikiyê dike.

 Enîmêyşina 11 xulekî ya Kevjalê heştemîn beşdariya xwe ya navdewletî li vê Mihrîcanê diceribîne.

Mihrîcana fîlma navdewletî ya Enîmêyşina Romaniyê ku ji sala 2006`an xebata xwe destpê kiriye hemî salan li şeş beşên hevrikiyê bo fîlmên dirêj, kurtefîlman, beşa xwendekaran, beşa zarokan, mûzîkvîdyo, fîlmên VR û fîlmên romanyayî tê lidarxistin.

 

Serepeyv