Cotmeh 29, 2020 18:34 Asia/Tehran
  • Semîyî bû gerînendeyê sereke yê Perspolîs

Piştî li darletina rûniştina Desteya Birêvebir a Klûpa Perspolîs, gerînedeyê giştî yê parêzvaniya wezareta werziş û ciwanan wek gerînedeyê sereke yê nû ji bo Perspolîsê hat wezîfedarkirin.

Li gor IRNAyê gerînedeyê giştî yê parêzvaniya wezareta werziş û ciwanan  Cefer Semîyî li gor biryara  Desteya Birêvebir a Klûpa Perspolîs, wek gerîndeyê serke ji bo vê tîmê hat wezîfedarkirin.

Berî viya Mehdî Resûlpenah 227 roj wek gerînedeyê sereke yê Klûpa Perspolîs dixebitî, lê piştî ku fîlmek derberê wî hat weşandin ew neçar ma îstîfayê bike .

Piştî çend roja ku ji îstîfaya wî  derbas bû  Desteya Birêvebir a Klûpa Perspolîs, civînek li dar xist ku di encamê de Cefer Semîyî wek gerînedeyê sereke yê nû ji bo Perspolîsê hat wezîfedarkirin.

Serepeyv