Cotmeh 28, 2020 03:32 Asia/Tehran
  • Silêmanî; Şêwekarên kurd û ereb di pêşangeha wêneyan de hatin gel hev

Di pêşangehek wêneyan de, zêdetirî 60 tabloyên şêwekarên Iraq, Suriye û Lubnanê hatin nîşandan. Hate gotin ku armanca sereke ya pêşangehê, nêzîhevkirina şêwekarên kurd û ereban e.

Li gorî rapora malpera Diyarname'yê ji zarê Roj Newsê, Li Geleriya Dilxwaz ya bajarê Silêmaniyê, pêşangehek şêwekarî ku 55 şêwekarên kurd û ereb tabloyên xwe nîşan dan, hate vekirin.

Pêşangeh ji aliyê koma "Rîşe û Lun" ve hate amadekirin. Yek ji endamê komîteya amadekar ya pêşangehê Kameran Qeredaxî ji Rojnews re axivî û got; “Vekirina vê pêşangehê li bajarê Silêmaniyê, ji bo çêkirina pirek pewendiyan ya di navbera şêwekarên ereb û kurd de gelek girîng e. Niha pêşangehên şêwekarî gelek in, lê pêşangehên di vî astê de gelek girîngtir in.”

 

 

Serepeyv