Mîhrîcana Sema piştî 5 salan careke din li dar dikeve
Tevgera Mezopotamya ya Çand û Hunerê ya herêma Efrînê bi dirûşma “Welat yek e, çand regîn in, em yekdest bin” xebatên 3`yemîn Mîhrîcana Sema ya Govenda Gelêrî didomîne.
Tevgera Mezopotamyayê ya Çand û Hunerê ji bo parastina mîrasa çandê û nasandina çandên rengîn ên gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û bi armanca veguhastina tecrubeyên hunerî di warê govendên gelêrî de, amadekariyên lidarxistina 3`yemîn Mîhrîcana Sema ya Govenda Gelêrî li kantona Şehbayê dike.
Mîhrîcan cara yekemîn li kantona Efrînê sala 2013`an bi tevlêbûna gelek tîmên hunerî yên navçe û bajarokên herêmê li dar ket.
Li gorî komîteya amadekar, di mîhrîcana îsal de 12 tîmên govendê yên ji Heleb û kantona Şehbayê amade dibin. Tê payîn ku mîhrîcan di 25`ê Cotmehê de dest pê bike û dê 2 rojan dewam bike.
Mîhrîcan di heman demê de pêşbirk e. Juriya ku ji 5 kesan ji herêmên Cizîr, Firat û Efrînê pêk tê, dê asta pêşkêşkirina her tîmekê binirxîne û dê tîmên serkeftî diyar bikin.
Endamê komîteya amadekar Mihemed Dawûd têkildarî amadekariyên lidarxistina mîhrîcanê û armancên wê axivî û got: “Ji destpêka dagirkirina Efrînê ve ji hêla dewleta Tirkiyê ve, dagirkeran hewl da bi tevahiya rêbazan çanda tevahiya gelan qir bikin.”
Dawûd wiha domand: “Hêzên dagirker hewl didin çanda gelan tune bikin. Em jî hewl didin bi rêya birêxistinkirinê li kantona Şehbayê li hemberî tevahiya wan siyasetan li ber xwe bidin. Me bi armanca parastina mîrasa gelêrî, hevgirtina gelên herêmê û nasandina cihêrengiya çandî ya pêkhateyan, ev mîhrîcan organîze kir.”
Her wiha Dawûd destnîşan kir ku Mîhrîcana Sema ji destpêkê ve serkeftî bû û rastî kêfxweşiya şêniyan hat û piştrast kir ku tevahiya tîmên ku dê tev li mîhrîcanê bibin, amade ne.10 tîmên dê tev li mîhrîcanê bibin.