Tirkiye; Festîvala Fîlmên Bêastengî didome
8'emîn Festîval Fîlmên Bêastengî didome. Di vê çarçoveyê de heta 18'ê mehê gelek fîlm bê pere wekî online têne nîşandayîn.
Li gorî rapora malpera Diyarname'yê, Festîval Fîlmên Bêastengî fîlman bi jêrnivîs, dengdiyarkirinê dike ku kesên di vî warî de astengiyên wan hene hene, kesên baş nabihîsin, yan nabînin dikarin bi rehetî li fîlman temaşe bikin.
46 fîlmên cur bi cur ji Tirkiyê û derveyî Tirkiyê di festîvalê de têne nîşandayîn. "Corpus Christi", "Kiz Kardeşler", "Parti", "Hunger", "Ahtapot" hin ji wan in. Di vê çarçoveyê de hin gotûbêj jî hene. Her wiha beşa zarokan jî heye ku di vê beşê de fîlm ji bo zarokan têne nîşandayîn.
Di festîvalê de pêşbazî jî heye ku navê "Pêşbaziya Bêasteng" lê kirine û di vê beşê de ev fîlm hene. "Aether", "Bina", "Kiz Kardeşler", "Kuçuk Şeyler", "Maddenin Halleri". Her wiha ji bilî pêşbaziyê "Xelata Taybet a Temaşevanan" jî heye.