Dawiya hefteya sêyem a Super Lîga Fûtbola Tirkiyê
Hefteya sêyem a Super Lîga Fûtbola Tirkiyê bi hilkişyana tîma Alanya ser pileya yekem û hilkişyana Fenerbaxçe ser pileya duyem bi dawî hat.
Hefteya sêyem a Super Lîga Fûtbola Tirkiyê şeva duşemê bi lidarketina heşt hevrikiyan karê xwe bi dawî anî.
Di dawiya Hefteya sêyem a Super Lîga Fûtbola Tirkiyê deTîma Alanya Sporê bi 10 poenan bû yekemîn tîma Tirkiyê û tîmên Fener Baxçe bi 8 poenan duyem û Fatih Kara Gomruk û Galataseray bûn sêyem û çarem.
Tîma Trabozan Spor jî bi 5 poenan li cîgeha pênce, û Beşîktaş bi 4 poenan li cîgeha panzdehem cih girt.
Li lîsteya goleran a Super Lîga Tirkiyê David Sûn ê Brzaîlî li tîma Alanya Sporê bi 4lêxistina 4 golan li rêza yekem cih girt û Radamêl Falkao yê Kolombyayî li tîma Galataseray bi 3 golan li rêza duyem cih girt.