Bakurê Sûriyê; Li Reqayê mîhrîcana yekemîn a bazargeriyê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Çandî_hunerî_werzişî-i320046-bakurê_sûriyê_li_reqayê_mîhrîcana_yekemîn_a_bazargeriyê
Bi diruşmeya "Bi hev re ji bo zaroktiyê", Komîteya Çand û Şûnwaran a Meclisa Sivîl a Reqayê mîrhrîcana yekemîn a bazargeriyê li dar xist.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çirî 02, 2020 15:07 Asia/Tehran
  • Bakurê Sûriyê; Li Reqayê mîhrîcana yekemîn a bazargeriyê

Bi diruşmeya "Bi hev re ji bo zaroktiyê", Komîteya Çand û Şûnwaran a Meclisa Sivîl a Reqayê mîrhrîcana yekemîn a bazargeriyê li dar xist.

Li gorî rapora Hawar Newsê (ANHA), Bazar bi merasîmekê li Qada Îtîfaiyê bi amadebûna bi sedan kesî hate vekirin.

Komîteya Çand û Şûnwaran a Reqayê di vekirina bazarê de şahiyek bi beşdarbûna komên navenda çand û hûnerê  li dar xist.

Di bazarê de, cilên dibistanan, pêwîstiyên perwerdeyê, lîstokên zarokan, xwarin û vexwarin û hwd.. hatin pêşandan ku bi buhayê kêm tên firotin.

Mîhrîcana yekemin a bazargeriyê dê heta 20'ê Cotmehê dewam bike. Komîteya Çand û Şûnwaran diyar kir ku wê her sal ev mîhrîcan were lidarxistin.