Şanoyên Bajêr ên Stenbolê yekem car cih da şanoyeke bi kurdî
Şanoyên Bajêr ên Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê bernameya xwe ya demsala nû eşkere kir. Şanoyên Bajêr îsal ji ber pandemiyê ango şewba Covid-19'ê biryar daye ku piştgiriyê bide şanoyên taybet. Li gorî vê biryarê wê di Cotmehê de 10 jê yên zarokan li ser hev wê 50 lîstikên şanoyê li salonên Şanoyên Bajêr werin nîşandan.
Li gorî rapora malpera Diyarname'yê ji zarê Bianet'ê, Yek ji van lîstikan jî lîstikeke bi kurdî ye. Li gorî bernameya ku hatiye eşkerekirin, lîstika “Bêrû” ya Teatra Jiyana Nû (TJN) ya Navenda Çanda Mezopotamyayê (NÇM) wê di dîroka Şanoyên Bajêr a Stenbolê de bibe yekem lîstika bi kurdî.
Şanoya bi navê “Bêrû” ya ku "Dario Fo" nivîsandiye ji du perdeyan pêk tê û Dilawer Zeraqî ji bo kurdî wergerandiye. Nazmî Karaman derhêner e û Rûgeş Kirici, Omer Şahin, Rewşan Apaydin û Cîhad Ekîncî jî tê de dilîzin.
Yek ji lîstikvanên şanoyê Omer Şahînî ji bianetê ra got, Şanoyên Bajêr berî niha ji bo piştgiriya bi şanoyên taybet re bangewaziyek kiribû û wan jî li ser vê, bi du lîstikan serî lê dane. Şahînî destnîşan kir ku lîstika wan a “Bêrû” hatiye hilbijartin. Şanoger Şahînî got ku ji ber wan berî niha li hin sehneyên din ên şaredariyan lîstikên xwe lîstine, ne ji bo wan lê wê ji bo Şanoyên Bajêr bibe ceribandineke nû.
"Hewce nake mirov wateyeke kûr bidê”
Omer Şahînî wiha berdewam kir: “Hewce nake mirov wateyeke kûr bidê. Em dikarin bibêjin encama nêzikatiya Partiya Gel a Komarî (CHP) ya li hemberî kurdan e ku ji hilbijartinê û vir ve ev nêzîkatî heye. Ev jî berdewama wê ye. Em nizanin wê ev nêzîkatî heta ku berdewam bike. Emê îlanan bidin li ser înternetê. Em dixwazin temaşevan werin û bikenin. Wê poşman nebin.”
“Bêrû” di 13ê Kewçêrê de saet 20.30 deqîqeyan de wê li Sahneya Gaziosmanpaşayî were lîstin.