Antalya; Juriya serketiyê Porteqala Zêrîn diyar bû
Di bin serokatiya nivîskar û derhêner Ercan Kesal de dê Juriya serketiyê Porteqala Zêrîn diyar bike.
57'emîn Festîvala Fîlman a Porteqala Zêrîn a Antalyayê îsal dê di navbera 3-10'ê kewçêrê (Cotmeh) de li dar bikeve. Festîvalê juriya ku dê fîlmên neteweyî binirxîne exkere kir.
Juriya Porteqala Zêrîn
Li gor daxuyaniya festîvalê serokatiya Juri Pêşbaziya Fîlmên Metrajdirêj ên Neteweyî dê nivîskar û derhêner Ercan Kesal bike. Ji bilî wî di nav juriyê de senarîst-rojname--nivîskar-lîstikvan Gulse Birsel, senarîst û derhêner Kivanç Sezer, lîstikvan û dublajkar Taner Birsel, rojnameger-nivîskar-rexnegira şanoyê Zeynep Oral heye. Jurî dê fîlmên metrajdirêj ên neteweyî binirxîne û Xelata Serketî ya Porteqala Zêrîn diyar bike.
Juriya Belgefîlman û Kurtefîlman
Juriya Pêşbaziya Belgefîlmên Neteweyî jî hat eşkere kirin. Di nav vê juriyê de jî Bingol Elmas, Koken Ergun û Kurtuluş Ozgen hene.
Di nav beşa Pêşbaziya Kurtefîlman de 12 kurtefîlm hene û Cemre Ebuzziya, Muge Turan û Omur Atay dê van binirxînin.