Îlon 05, 2020 09:18 Asia/Tehran
  • 31’emîn Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Enqereyê dest pê kir

31’emîn Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Enqereyê pêr li Cer Modernê bi merasimek dest pê kir û heta 11’ê mehê dê bidome.

Li gorî rapora Malpera Diyarname'yê, Di merasima destpêkirina festîvalê de xelatên Rûmetê û yên Kedê dan. Lîstikvan Şerif Sezer xelata xwe ji destê Serokê Weqfa Dunya Kitle İletişimi Araştirmayê İrfan Demirkol girt û got: “Îşev dema ez derketim vir Xelata Kedê ya Azîz Nesîn bigirim, wekî 31 sal berê dema ez derketim vir min Xelata Lîstikvana Herî Serketî girt ez bi heyecan im. Min ev hîs kir. Bi vê hestê min fîlm lîstine, karakter lîstine, vê hestê ked daye min, ev tekane tişta min e ku neguheriye. Ez dilşad im ku ev heyecana min xilas nebûye.”

Her wiha di şevê de "Xelata Çinara Hunerê" dan lîstikvan, derhêner û nivîskar Tamer Levent û "Xelata Kîtle Îletîşîmê" jî dan Başka Sînemalar

Festîval ku xelata piştgiriyê dide projeya kişandina fîlmê yekemîn an ê duyemîn ê derhêneran îsal dan projeya Murat Ugurlu ya bi navê “Hak Edîlmîş Opucuk”. Ji bo alîkariyê 30 hezar TL pere dan projeyê.

Di festîvalê de fîlmên metrajdirêj, kurtefîlm û belgefîlm dê bêne nîşandayîn. Her wiha ji festîvalên dinyayê jî fîlmên xelatgir dibin mêvanên enqereyiyan.

Beşên pêşbaziyan

Di beşa Pêşbaziya Belgefîlman de 11 belgefîlm hene. Belfeîlmê ku bi ser bikeve bi 20 hezar TL'yî dê bê xelatkirin.

Di beşa Pêşbaziya Fîlmên Metrajdirêj ên Neteweyî de jurî di bin serokatiya derhêner Yeşîm Ustaoglu de ji vesazkar Aylin Zoi Tinel, lîstikvan Berkay Ateş, lîstikvan Tugçe Altug û nivîskarê sînemayê Ugur Vardan pêk tê. Jurî dê fîlmên neteweyî “Uzun Zaman once” (Derhêner Cihan Saglam), “Uzak Ulke” (Derhêner Erkan Yazici), “Kovan” (Derhêner Eylem Kaftan), “Ceviz Agaci”(Derhêner Faysal Soysal), “Bilmemek” (Derhêner Leyla Yilmaz), “Omar ve Biz” (Derhêner Maryna Er Gorbach û Mehmet Bahadir Er), “Şair” (Derhêner Mehmet Emin Yildirim), “Topal Şukran'in Maceralari” (Derhêner Onur Ünlü) û “Aşk, Buyu vs.” (Derhêner Umit Unal) binirxînin û serketiyan diyar bikin. Di vê beşê de fîlmê herî serketî, derhênerê herî serketî, lîstikvanên herî serketî ji di nav de dê di 12 waran de xelat bêne belavkirin. Xelata fîlmê herî serketî 50 hezar TL ye.

Di beşa kurtefîlman de jî 14 kurtefîlm hene û yê herî serketî dê 10 hezar TL xelatê bigire.

 

 

Serepeyv