Mehleqa Cambozorg: Temrînên min rêkûpêk nebûn / Divê em jibo pêşbirkan amade bin
Îlon 01, 2020 11:28 Asia/Tehran
Endama Tîma neteweyî ya Guleavêtinê ya jinan a Îranê got: Her çend ku dema lidarxistina pêşbirkên cîhanî diyar nîne, lê divê em amade bin.
Li gorî rapora ISNAyê, Mehleqa Cambozorg, Endama Tîma neteweyî ya Guleavêtinê ya jinan a Îranê got: Temrînên me bi berçavgirtina protokolên tendurustiyê û navbira civakî pêk tên.
Wê got: Hîn diyar nîne ka bernameya Federasiyona cîhanî jibo destpêkirina pêşbirkan çî ye; Lê em divê amade bin.