Li Reqayê pêşangeheke berhemên destan hate vekirin
Tebax 31, 2020 12:06 Asia/Tehran
Komîteya Çand û Hunerê ya Reqayê li bajar pêşangeheke berhemên destan ku rewşa bajêr piştî vegera jiyanê vedibêjin, organîze kir.
Li gorî rapora Hawar Newsê, Duh Yekşemiyê Komîteya Çand û Hunerê li bajarê Reqayê di çarçoveya rêzeçalakiyên hunerî de yên ku orgenîze dike, pêşangeheke berhemên destan û hunerên jinan vekir.
Di merasîma vekirinê de gelek şêniyên Reqayê û endamên Komîteya Çand û Hunerê amade bûn.
Di pêşangehê de gelek parçe û berhemên ku bi destê endamên Komîteya Çand û Hunerê ya bajarê Reqayê hatibûn çêkirin, hatin pêşendan.
Berhemên ku hatine pêşkêşkirin, rewşa bajarê Reqayê û vegera jiyanê li bajêr vegotin.