Sînemaya Tikriyê - Xelatên Siyadê hatin belavkirin
52'yemîn Xelatên Siyadê bi merasimek wekî online hatin belavkirin. Fîlmê Emin Alper ê bi navê "Kiz Kardeşler" (Xwişk) xelata Fîlmê Herî Serketî û Derhênerê Herî Serketî jî di nav de di 8 waran de xelat girt.
Li gorî rapora malpera Diyarnameyê, Merasim ji aliyê "Tugrul Turek" ve hat birêvebirin û ji ser kanala YouTube ya Siyadê re hat weşandin.
Fîlmê derhêner Serhat Karaaslan "Gorulmuştur" bi xelata Fîlmê Yekem ê Herî Serketî û lîstikvana fîlm Fusun Demirel jî Xelata Lîstikvana Duyemîn a Herî serketî girt. Fîlmên din ên wekî "Kuçuk Şeyler", "Sibel", "Ablam", "13+", "Gulyabani", "Kraliçe Lear" her yekê xelat girt.Kesên hatin xelatkirin bi vîdyoyek beşdarî merasimê bûn. Fusun Demirel ku hat xelatkirin got ku ew vê xelata xwe diyarî hevrêyên wê yên jinên Tirkiyê dike ku ew jin ji bo jin in êdî li vî welatî neyên kuştin li kolanan in, li her derê ne.Derhêner Pelin Esmer jî di axaftina xwe de bal kişand ser girtinên li Tirkiyê, bal kişand ser girtina Osman Kavala û jinên ku li Tirkiyê rastî zordarî û kuştinan tên. Esmer bal kişand ser "Peymana Stenbolê" jî û dûre got ku mixabin hêviya min dişkê, ji bo hêviya xwe winda nekim xelatê diyarî wan jinan û xelata xwe diyarî Kavala û yên wisa neheq hatine girtin.
Vane hemû xelatên hatin belavkirin:
- Fîlmê Herî Serketî: Kiz Kardeşler
- Derhênerê Herî Serketî: Emin Alper (Kiz Kardeşler)
- Senaryoya Herî Serketî: Emin Alper (Kiz Kardeşler)
- Lîstikvana Herî Serketî: Damla Sonmez (Bi rola di fîlmê Sibel de)
- Lîstikvanê Herî Serketî: Alican Yucesoy (Bi rola di fîlmê Kuçuk Şeyler de)
- Lîstikvana Duyemîn a Herî Serketî: Fusun Demîrel (Bi rola di Gorulmuştur de)
- Lîstikvanê Duyemîn ê Herî Serketî: Emre Erkmen (Bi rola di Kiz Kardeşler de)
- Muzîka Herî Serketî: Giorgos Papaioannou û Nikos Papaioannou (Kiz Kardeşler)
- Vesazkirina Herî Serketî: Çîçek Kahraman (Kiz Kardeşler)
- Derhênerê Hunerê yê Herî Serketî: Osman Çankirili (Kiz Kardeşler)
- Belgefîlmê Metrajdirêj ê Herî Serketî: Kraliçe Lear (Derhêner Pelin Esmer)
- Belgefîlmê Nivîmetraj/Kurtemetraj ê Herî Serketî: Gulyabanî (Derhêner Gurcan Keltek)
- Xelata Fîlmê Herî Serketî yê Fastastîk a Giovanni Scognamillo: Cadi Uçlemesi: 13+ (Derhêner Ceylan Ozgun Ozçelik
- Kurtefîlmê Herî Serketî: Ablam (Derhêner Burcu Aykar)
- Fîlmê Yekem ê Herî Serketî: Gorulmuştur (Derhêner Serhat Karaaslan)
- Fîlmê Biyanî yê Herî Serketî: Parazit (Derhêner Bong Joon-ho)
Tugrul Turek li Sînemaya Beyoglu Beyogluyê ji ser Youtuba Siyadê re merasim pêşkêş kir.