Ji bo Super Lîga Guleştê pişk hat avêtin, lê hîn ne cih û ne jî dema wê diyar nîne
Tebax 19, 2020 18:43 Asia/Tehran
Merasima pişk avêtinê ya dewra bîstem a Super Lîga Guleşta azad û ferengî ya Kûpa Yadigarê Îmam di rewşekê de li dar ket ku hîn ti îznek ji bo lidarxistina van hevrikiyan nedane.
Li gor ISNA, Merasima pişkavêtinê ya bîstemîn dewra super lîga guleşta azad û ferengî ya Kûpa Yadigarê Îmam (re) vê sibeyê bi beşdariya kevneguleştgiran, rayedar û nûnerên tîmên vê demê yên beşdarî zankoya Perwerdehiya Bedenê ya zanîngeha Tehranê bi berçavgirtina protokolên tendirustiyê li dar ket.
Pêşkavêtina vê dewrê di rewşekê de ji ber îsrara berpirsên rêxistina Lîga Fedrasiyona Guleştê pêk hat ku hîn ti îznek ji bo liidarketina van hevrikiyan di rewşa bi taluke ya pandemiya Koronayê de nedane.