Tebax 16, 2020 10:39 Asia/Tehran
  • Di Lîga Qehremanan a Fûtbala Ewropayê de Nîv-fînalîst diyar bûn

Di Lîga Qehremanan a Fûtbala Ewropayê de maçên çarîk fînalê temam bûn û nîv fînalîst diyar bûn. Lyonê tîma îngilîz Manchester City (MC) têk bir û wekî nîv fînalîstê dawî navê xwe diyar kir.

Li gorî rapora malpera Diyarname'yê, Berî vê Leipzing û PSG derbasî nîv fînalê bûbûn û bûbûn reqîbên hev. Pêr jî Bayern Mûnîxê bi rekorek mezin, bi 8-2 Barselona têk biribû û bûbû nîv fînalîst. Mûnîx li benda reqîbê xwe bû. Di pêşbirka duh ya MC (Mençistêr Sîtî) û Lyonê de Lyon bi ser ket û bû reqîbê Mûnîxê.

Lyonê deqîqeya 24'an de bi gola Makswel Cornet 1-0 derket pêş û nîveka yekemîn bi vê bi dawî bû. Di nîveka duyemîn de Manchester City deqîqeya 69'an de bi Kevin De Bruyne bersiv da lê Lyonê di deqîqeyên 79 û 87'an de bi Moussa Dembele encama xwe ragihand: 3-1.

Pêşbirkên nîv Fînalê

Pêşbirka Leipzing û PSG'ê dê roja 18'ê mehê, pêşbirka Lyon û Bayern Mûnîx 19'ê mehê bê lîstin. Her du jî saet 22'yan de ne.

Du tîmên bi ser bikevin dê êvara 23'yê mehê pêşbirka fînalê bilîzin.

 

 

 

Serepeyv