Klûpa Sepahan derheq daweriyê li cem Fedrasiyona Fûtbolê gilî û gazinde kir
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Çandî_hunerî_werzişî-i318261-klûpa_sepahan_derheq_daweriyê_li_cem_fedrasiyona_fûtbolê_gilî_û_gazinde_kir
Klûpa fûtbolê ya Sepahan derheq daweriya hevrikiya navbera vê klûpê û klûpa Esteqlalê gazindenameyek da Fedrasiyona Fûtbolê ya Îranê.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tebax 02, 2020 13:06 Asia/Tehran
  • Klûpa Sepahan derheq daweriyê li cem Fedrasiyona Fûtbolê gilî û gazinde kir

Klûpa fûtbolê ya Sepahan derheq daweriya hevrikiya navbera vê klûpê û klûpa Esteqlalê gazindenameyek da Fedrasiyona Fûtbolê ya Îranê.

Li gor ISNAyê, Pêwendiyên Gelêrî ya Klûpa Fûlada Mubareke ya Sepahanê bi şandina nameyeke nerizamendî û gazindeyan ji bo Fedrasiyona Fûtbolê, daweriya  hevrikiya tîma fûtbolê ya vê klûpê li hemberî Esteqlalê ya mayî ji hefteya 27-an ya Super Lîga Fûtbola Îranê, protesto kir.

Sepehan dibêje ku dawerê vê hevrikiyê Bîjen Heyderî  çavê xwe ser şaşitiya eşkera ya Esteqlalê girt û eva bûye sedema binketina Tîma Sephan.

Tîma Sepehan golek û tîma Esteqlala Tehranê jî du gol lêxistin.